Wezîrê Derve yê Fransayê wê îro serdana Libnanê bike

Îro Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot, dê serdana Libnanê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber şerê berdewam ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, îro dê Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot serdana Libnanê bike.

 

Li gorî Ajansa France-Presse, ev serdan piştgirî û hevgirtina Fransayê bi gelê Libnanê re nîşan dide.

 

Her wiha hate diyarkirin ku wezîr dê bi kesayetên siyasî yên sereke yên welêt re li ser rewşa Libnanê û rêyên kêmkirina aloziyê nîqaş bikin.

 

Li gorî çavkaniyek dîplomatîk, biryar e Barrot bi Serok Joseph Aoun, Serokwezîr Newaf Salam û Serokê Parlamentoyê Nebih Berri re bicive.

 

Li gorî heman çavkaniyê, ev serdan piştî bangên telefonê yên ku Barrow duh bi  hevtayê xwe yê Îsraîlî Gideon Saar û hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re hatiye kirin pêk tê.

 

Di 2´ê Adarê de şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Libnanê dest pê kir.

 

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di encama şer de 968 kes, di nav de 116 zarok, hatin kuştin.

 

Zêdetirî milyonek kes ji cih û warên xwe koçber bûn.

 

Li gorî wezaretê, hefteya borî, Fransayê 60 ton alîkariyên mirovî ji Libnanê re şandiye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye