Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan ragihand ku binpêkirina berdewam a mafên cîrantiyê ya ji aliyê Îranê ve baweriya herêmî û navneteweyî bi temamî tune kiriye.
Bin Ferhan hişyarî da û got:
“Sebira Erebistana Siûdî ne bêsînor e, eger em biryarê bidin em xwedî wê hêzê ne ku bersivê bidin.”
Mîr Feysel bin Ferhan Al Siûd, piştî Civîna Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ereb û Îslamî ya li Riyadê di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de axivî.
Feysel bin Ferhan êrîşên tawanbar ên Îranê li dijî Erebistana Siûdî û welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê bi zimanekî tund şermezar kir.
136 welat li dijî êrîşên Îranê derketin
Bin Ferhan destnîşan kir ku êrîş binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî ne û wiha got:
“Tehranê ev helwesta êrîşkar ji berê ve plan kiriye.
Ev berdewamiya tomara wê ya dîrokî ye ku li ser piştgirîkirina milîsan û zextê hatiye avakirin.”
Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî daxuyand ku 136 welatan piştgirî daye vê helwesta Erebistana Siûdî û cîhana Îslamî û banga rawestandina demildest a êrîşên Îranê kirine.
Wezîrê Siûdî parastina Îranê ya ku dibêje "em tenê baregehên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef" red kir û ev pirs kir:
"Gelo armanca leşkerî ya lêdana parzûngeheke petrolê yan qadên petrolê yên li Riyadê çi ye?"