Gelê Kurd, di dirêjahiya dîrokê de, ji bo vêxistina agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê gelek qurbanî dane.
Gelek welatiyên Kurd li ser destên hêzên Rêjîma BAAS`ê ya malbata Esed, ji bo vêxistina agirê Newrozê jiyana xwe ji dest dan, lê agirê Newrozê venemirî û hîn jî gelê Kurd Newroza xwe pîroz dikin.
Kurdên di şeva Newrozê de jiyana xwe ji dest dane
Yekem kesê ku di şeva Newroza 1986`an de li ser destên Rêjîma Esed li Şamê jiyana xwe ji dest da Silêman Adê bû.
Şeva Newroza sala 2008`an jî, her sê Mihemed, (Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Yehya û Mihemed Mehmûd Hesen) bi guleyên hêzên Rêjîma BAAS`ê li Qamişlo jiyana xwe ji dest dan.
Sala 2010`an, hêzên ewlekariya Rêjîma BAAS`ê, êrîşî Newroza li bajarê Reqayê kir, di encamê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 41 birîndar bûn, ku ji welatiyên bajarê Kobanê û Kurdên Reqayê bûn.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di şeva Newrozê de
Di sala 2015'an de, du kesên girêdayî DAÎŞ'ê xwe di ahenga şeva Newrozê de li taxa Miftî ya Hesekê teqandin, di encamê de, zêdetirî 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.
Komkujiyên li ser destên komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve
Ne tenê hêzên Rêjîma Esed, lê komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve di şeva Newroza 2023`an de li bajarê Cindirês yê Efrînê komkujî pêk anîn.
Di encamê de ,ji malbata bi paşnavê Pêşmerg, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pîrozkirina Cejna Newrozê, ji bo gelê Kurd weke sembola azadî, aştî û nasnameyê ye.
Tevî hemû cureyên êrîşên li ser Kurdan, ti carî Kurdan dev ji çanda xwe bernedan û her tim agirê Newrozê geş dibe.
Îsal jî wê Newroz li seranserî Rojavayê Kurdistanê were pîrozkirin.
Her wiha li Efrîna Rojavayê Kurdistanê û Şamê paytexta Sûriyê jî hazirtiyên Newrozê têne kirin.