Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê bi saziyên Almanyayê re hevdîtin kirin

Li Almanyayê Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê bi saziyên lêkolînan re hevdîtin kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a meclisê Hesen Mihemed Elî bi saziyên lêkolînê yên Almanyayê re hevdîtin kirin.

 

Hat destnîşankirin ku Hesen Mihemed Elî bi saziya Friedrich-Ebert-Stiftung ya girêdayê Partiya Sosyalîst a Demokratîk û bi Heinrich-Böll-Stiftung a girêdayî Partiya Kesk re jî re hevdîtin kir.

 

Di hevdîtina ku  bi herdu saziyan re hatî kirin de mijarên weke, rola civaka sivîl di xebata siyasî de, girîngiya pêşxistina rola jinan û beşdariya wan di jiyana sivîl û siyasî de hatine nîqaşkirin.

 

Li gorî agahiyan, Hesen Mihemed Elî hevdîtin bi saziya Rosa-Luxemburg-Stiftung ya Partiya Çepgir jî re kir û li ser pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe axivîn.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24