Dewreya perwerdê ya bi navê şehîd Ronîda Osman Ebdo 3 mehan dewam kir, ji bo qedandinê merasîmek hat lidarxistin.
Endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Desteya Hundirîn û saziyên civaka sivîl di merasîmê de amade bûn.
Di merasîmê de axaftin ji aliyê endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, Kombûna Jinan a Zenûbiya û malbata şehîd Ronîda ve hatin kirin, têde rola jinan a di parastina aramî û ewlehiyê de û têkoşîna wan ji bo azadî û parastina civakî, hat vegotin.
Di dawiyê de bawername li endamên ku tevlî dewreya perwerdeyê bûbûn hatin belavkirin û malbata şehîd Ronîda Osman Ebdo hate xelatkirin û wêneyê wê jî radestî malbata wê kirin.