Di konferansê de Sînem Mihemed bal kişand ser rola çalak a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di hemû aliyên jiyanê de.
Sînem Mihemed, rola jinan di parastinê de bibîr xist û destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser roleke mezin da jinan û hêza wê ya rêveberiyê derxist pêş.
Her wiha di konferansê de sûcên hovane yên li dijî jinan pêk tên û rola jinan di nava civakên xwe de hate nîqaşkirin.
Di nîqaşan de li ser rewşa jinan û azadiyên olî ya di herêmên şer û aloziyan de bi giranî hat sekinandin û hat gotin ku li qadên şer “destdirêjî” wekî alavekî şer li dijî jinan tê bikaranîn.