Ev nêzî 10 mehin hilbijartina Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye lidarxistin, lê heya niha birsgirêk berdewame û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), li ser avakirina hikûmeta nû li hev nekirine.
Çalakvan û gelên Herêma Başûrê Kurdistanê, nerazîbûna xwe destnîşan kirin û rexneyên mezin li partiyên (PDK) û (YNK) kirin.
"Metersiyeke mezin li ser destkeftiyên herêmê heye"
Çalakvan Bextiyar Beki, diyar kir ku xuyaye PDK û YNK li ser berjewendiyên xwe li hevkirine û rewşa gel ji bû wan ne girînge, ji ber heya niha, ti projeyên xizmetguzariyê nîne.
"Sedema ne avakirina hikûmetê, PDK û YNK bi xwe ne"
Beki dest nîşan kir ku destê Tirkiye, Îran, aliyên sune yên Iraq û welatên kendavê, di pêkanîna hikûmetê de heye û sedema ne avakirina hikûmetê, PDK û YNK bi xwe ye.
``Hikûmeta Bexda, ji lewazbûna Hikûmeta Başûr sud digire``
Di dawî de Eta Kerîm anî ziman ku Hikûmeta Bexda, ji lewazbûna her du aliyan sûdê digire, zêdetir bi ser ve tê û wan lewaztir dikin, ev yek jî xeteriyeke mezin li dijî destkeftiyên Herêma Başûrê Kurdistanê çêdike, lewma divê di demek kin de çareserî were dîtin.