Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, Newroz a îsal, li 53 navendan bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hat pîrozkirin.
Nêzîkatiya dewlet û hikûmetê ji bo Newrozê ku di atmosferek mîna referandûmê de pêk hat û gel, di serî de Kurd, li hemû bajaran xwedî li pêvajoyê derketin, neguherî.
Dîmena ku ji salên borî cudatir jî ew bû ku çendî PKK'ê xwe fesix kiriye jî, gelek kes bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin tawanbarkirin.
170 kes hatine binçavkirin, 29 kes jî hatin girtin
Midûriyeta Giştî ya Polîsan, di 24'ê adarê de da xuyakirin ku li 15 bajaran bi giştî 170 kes hatine binçavkirin.
Di navbera 17 - 22'yê adarê de li Aydin, Êlih, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Mêrdîn, Riha û Wanê 72 kes û di 24'ê adarê de jî li Stenbol, Amed, Îzmîr, Riha, Antalya û Mêrdînê jî 98 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê 5 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin.
Ji zarokên ku bi lêdanê hatin binçavkirin yek jê N.E. yê 17 salî bû ku ser çavê wî hat qelişandin.
N.E. bi şertê kontrola edlî hat berdan. Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin yek jê zarok 9 kes hatin girtin.
Li Amedê jî 2 jê jin 18 kes hatin girtin.
Li midûriyeta polîsan pirsên wekî "Çawa haya we ji Newrozê çêbû?" û "We çima ev şala kesk û sor û zer daye ber stuyê xwe?" hatin pirsîn.
Sedema girtinê jî wekî "propagandaya rêxistinê" hat nîşandan.
Li Îzmîrê jî zarok jî di nav de 24 kes bi îdeaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê jinên bi navê R.E.,M.D. û zarokekî 15 salî A.E. bi îdeaya di Newrozê de “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.
Li Sêrtê, polîsan di ser gelek malan de girtin û ciwanek binçav kirin.
Di 25'ê adarê de Mehmet Salih Aslan ê 24 salî hat binçavkirin.
Polîsan di avêtina ser malê de derî şikandin û li Aslan dan û heqaret lê kirin.
Hat ragihandin ku Aslan ji ber pîrozbahiya Newrozê hatiye binçavkirin.
Erdogan pîrozbahiyên Newrozê wekî "provakasyonên li dijî pêvajoyê" dîtin
Serokkomar Erdogan jî van binçavkirin û girtinan wekî "provakasyonên li dijî pêvajoyê" parast.
Erdogan pîrozbahî wekî "rakirina hêrsa gel" wesifand.
Her wiha Wekî "provakasyon" binavkirina vîna ku li qadên Newrozê xwedî li pêvajoyê derket, nêrîn û helwesta li paş neavêtina gavan berbiçavtir kir.