Cenazeyê dayîka Omer Hayrî Konar, Zeynep Konar ku duh jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Asrî ya Xarpêtê hate veşartin.
Dayika Omer Hayrî Konar, Zeynep Konar a 94 salî jiyana xwe ji dest da.
Zeynep Konar ku demek dirêj bû li Nexweşxaneya Bajêr a Xarpêtê dihate dermankirin duh rehmet kir.
Zeynep Konar beriya rehmet bikê ji çapemeniyê re axivîbû û diyar kiribû ku ew dixwazê beriya jiyana xwe ji dest bidê cardin kûrê xwe bibînê.
Cenazeyê Zeynep Konar îro li Goristana Asrî ya Xarpêtê hate veşartin.
Malbatê ji bo Zeynep Konarê li Mala Şînê ya Zîverê ya Xarpetê şîn danî.
Şîn dê sê rojan berdewam bike.
Omer Hayrî Konar yek ji girtiyên ku bi Rêberê Damezrîner yê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê tê girtinê ye.