Berpirsên Herêma Başûrê Kurdistanê li ser roja zimanê dayikê peyam weşandin

Derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamên cuda dan û gotin: "Parastina zimanê dayikê erkeke niştimanî û Kurdistanî ye. Zimanê Kurdî sembola nasnameya me ya netewî ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li çar aliyên Kurdistanê hat pîrozkirin û bangên xwedî derketina li zimanê Kurdî hat kirin.

 

Mesûd Barzanî: Parastina zimanê dayîkê erkeke niştimanî ye

 

Derbarê mijarê de Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola sereke ya ziman di jiyana gelan de û diyar kir ku zimanê dayîkê bingeha resenî, nasname, hişyarî û hevdengiya neteweyî ye.

Mesûd Barzanî girîngiya parastina ziman wekî "erkekî niştimanî" bi nav kir.

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî herî dawî Roja Zimanê Dayîkê li hemû Kurdistaniyan pîroz kir.

 

Nêçîrvan Barzanî: Parastina zimanê dayîkê parastina Kurdistanê ye

Her wiha Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Başûrê Kurdistanê bi pirrengiya ziman û çandan tê naskirin û ji bo pêşvebirina zimanê dayikê, ji Kurdî bigire heya Tirkmenî, Suryanî û Ermenî, ew pabend e.

Nêçîrvan Barzanî got ku parastina zimanê dayikê parastina nasname û dîroka dewlemend a Kurdistanê ye.

 

Bafil Talebanî: Zimanê Kurdî sembola nasnameya me ya netewî ye

 

 

Li aliyekî din jî Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî hemû xelkê Kurdistanê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got:

"Em bi zimanê xwe yê şîrîn ê Kurdî şanaz in û sembola neteweya me ye. 

Parastina ziman a ku bav û kalên me ji me re hêlaye, erka me ye."

Bafil Talebanî teqez kir ku parastin û pêşxistina zimanê dayîkê, berpirsyariyeke hevbeş a her kes û pêkhateya civakê ye.

 

Mesrûr Barzanî: Ziman bingeha nasnameya me ye

 

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî da zanîn ku Başûrê Kurdistanê bi hebûna ziman û çandên cuda dewlemend e.

Mesrûr Barzanî herî dawî got ku ziman, bingeheke girîng û sereke ya hebûn û nasnameya wan a neteweyî û niştimanî ye.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye