Li Holendayê piştî hilbijartinên sala 2025'an, hevdîtinên koalîsyonê 117 rojan dirêj kirin.
Endamên hikûmeta nû li Qesra Huis Ten Bosch a li Den Haagê li pêşberî Qral Willem-Alexander sond xwarin û bi awayekî fermî dest bi kar kirin.
Siyasetmedara Kurd a Dêrsimî Dîlan Yeşîlgoz jî di nav van endaman de bû.
Dîlan Yeşîlgoz di kabîneya nû de, bû Wezîra Parastinê û Alîkara Serokwezîr.
Dîlan dê bi taybetî pêvajoyên stratejîk ên wekî piştgiriya ji bo Ûkraynayê û bicihanîna sozên xerckirinê yên NATO'yê bi rê ve bibe.
Siyasetmedara Kurd di parvekirina xwe ya meha sibatê de diyar kiribû ku ew ê ji wergirtina van erkan şanaziyê bike.
Dîlan Yeşîlgoz di sala 1977'an de li Enqereyê ji dayîk bûye.
Dîlan Yeşîlgoz ji Dêrsimê ye
Bavê wê Kurdekî Dêrsimî ye û dayîka wê jî Tirk e.
Dîlan Yeşîlgoz di temeneke biçûk de koçî Holendayê bûye.
Wê di sala 1999'an de di Partiya Sosyalîst de dest bi kariyera xwe ya siyasî kir.
Piştre beşdarî VVD'yê ya rastgir a navendî bû.
Dîlan bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin
Dîlan Yeşîlgoz di kariyera xwe de bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin.
Wê her tim dianî ziman ku divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide fedakariyên Pêşmergeyan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li Îraq û Sûriyê li dijî DAIŞ'ê şer kirine.
Dîlanê mehên borî di dema şerê li Sûriyê de bang kiribû ku divê sivîlên Kurd bên parastin.
Her wiha piştgirî dabû xwepêşandanên li Îranê û xwestibû ku Supaya Pasdaran a Îranê bikeve lîsteya terorê.
Dîlan Yeşîlgoz piştî destpêkirina karê xwe daxuyaniyek da û biryardariya xwe ya di serdema nû de wiha anî ziman:
"Ez li benda avakirina welatekî bihêz im ku karibe li hemberî metirsiyên îro û sibe xwe biparêze û li ser lingên xwe bisekine."