Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn li ser pozîsyona YPJ û entegrasyonê axivî
Xebatên dîplomatîk ên li ser entegrebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi artêşa Sûriyeyê re ku demek dirêj e tê nîqaşkirin, zêde bûne.
Di hevdîtinan de yek ji mijarên ku raya giştî herî zêde meraq dike pozîsyona Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya di siberoja Sûriyê de ye. Ango YPJ wê çawa entegreyî artêşê bibe.
Rohilat Efrîn-Fermandara YPJ'ê
wekhevî, demokrasî û azadî xetên me yên sor in
Fermandara Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn pirsên Nûmedya 24 ên derbarê entegrasyon û pozîsyona YPJ'ê de bersivand.
Rohilat Efrîn tekez kir ku xetên sor ên jinan ên li ser maseya danûstandinê; wekhevî, demokrasî û azadî ye û wiha got:
"Em di nav QSD'ê de hêzeke serbixwe ne û me heta îro hebûna xwe di bin sîwana wê de parastiye. Wê YPJ'ê bi xweserî û pisporiya xwe hebe. Wê mafê YPJ'ê hebe û mafê jinan jî li her derê biparêze."
'YPJ'ê, DAIŞ têk bir û ji bo mirovahiyê têdikoşe'
Rohilat Efrîn anî ziman ku YPJ'ê di 12 salên borî de hêz û nasname bi dest xistiye û niha bi nasnameya xwe ya layiq, li seranserê cîhanê tê nasîn û wiha lê zêde kir:
"YPJ'ê parastina mafên jinan û mirovahiyê wekî armanca xwe ya bingehîn ragihandiye."
Rohilat Efrîn ked û qehremaniya şehîdên YPJ'ê bi bîr xist û wiha domand:
"YPJ'ê ji bo azadî û wekheviyê bedelên giran daye û dide. DAIŞ bi hêz û ramana yekgirtî ya jinan hat têkbirin."+
'Danûstandin bêyî beşdariya jinan nabe'
Rohilat Efrîn tekez kir ku eger jin li ser maseya diyalogê nebin, danûstandin nayên kirin û got:
"Pîvana me ya bingehîn parastina mafên jinan li her derê ye. Ji ber vê yekê, çi artêşeke Sûriyeyê hebe çi nebe, YPJ li gorî armancên xwe yên bingehîn wê bi israr û biryardar tevbigere.
Em piştrast dikin ku em ê rê nedin ti zihniyetekê ku teslîmbûn an jî hilweşînê li ser YPJ'ê ferz bike. YPJ, bi hêza xwe ya li dijî hemî êrîş û gefan, di ber parastina berjewendiyên gelê Sûriyê û hemî axa welat de wê bibe hêmaneke girîng "
'Em di sîstemê de hêzeke xweser a giring in '
Rohilat Efrîn da zanîn ku YPJ ne beşek ji entegrasyonê ye û wiha axaftina xwe bidawî kir:
"Bê guman, beşdarbûna di şer û hewldana giştî de mijarek cuda ye, lê YPJ wê her gav xweseriya xwe li herêmê biparêze.
Eger artêşa nû ya Sûriyeyê di vê zihniyeta xwe ya heyî de berdewam bike, ne mimkûn e ku em li kêleka wan tevbigerin."