Şaredariya Kerkukê dem da niştecihên taxa Barutxanê ku heta roja yekşemê malên xwe vala bikin, ji ber ku ew ê malên wan hilweşînin.
Li dijî vê biryarê, şêniyên taxê ji bo şermezarkirinê agir berdan lastîkan û rêya Kerkûkê, Silêmanî û Hewlêrê girtin.
Her wiha kombûyîn ji aliyê hêzeke mezin a ewlehiyê ve hat belavkirin.
Herî dawî roja çarşemê şaredarya Kerkûkê bi rêka komîteyekî welatiyên taxê agahdarkiribûn ku xaniyên xwe di nav çend rojan de vala bikin.