Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî têkildarî êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyan li sînorê Xelîfan a ser bi parêzgeha Hewlêra Başûrê Kurdistsnê ve, yê ku tê de 6 Pêşmerge hatin kuştin û zêdetirî 30 Pêşmerge jî birîndar bibûn, li ser hesabê xwe yê fermî medyaya civakî peyamek belav kir.
Bafil Talebanî êrîşa ku tê de pêşmerge hatine kuştin û birîndar bûne, bi tundî şermezar kir û sersaxî li kesûkar û şifaya xêrê ji bo birîndaran xwest.
Serokê YNK'ê wiha got:
"Armanckirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê binpêkirina serweriya xaka Îraq û Herêma Kurdistanê ye û em vê êrîşê şermezar dikim.
Em daxwaz ji Hikûmeta Îraqê, civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava hewldanan ji bo pêşîgirtina dubarenebûna her cûre êrîşeke wiha."
Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê Bafil Talebanî destnîşan kir ku ti demê Herêma Kurdistanê nebûye parçeyek ji vî şerî û wiha domand kir:
"Tim ketiye nava xebatên dîplomasî ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane bi rêya gotûbêj ji bo aramî li herêmê pêk were."