Tevî peymana 29ê çileyê jî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê sûcên xwe yên li dijî Kurdan ranawestîne.
Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman pêvajoya êrîşên li dijî kurdan û Peymana 29'ê Çileyê nirxand.
Ramî Ebdulrehman: Kobanê nuqteya esasî ya peymanê ye
Ramî Ebdulrehman diyar kir ku her çiqas hin gavên sembolîk ên îdarî hatibin avêtin jî lê hîn berdana dîlgirtiyan, birêxistinkirina rêveberiya leşkerî sekinî mane û wiha got:
"Li ser şêweyê rêveberiya li Kobanê alî ji hev cuda difikirin.
Her wiha faktorên herêmî jî mijarê bêhtir tevlîhev dikin.
Kobanê ji ber girîngiya xwe ya stratejîk û qîmeta xwe ya sembolîk di bicihanîna peymanê de wê xala diyarker be."
Ramî Ebdulrehman: Çete ji Efrîn û Serê Kaniyê dernakevin
Li gorî peymanê, diviyabû di nava mehekê de hemû koçberên Efrîn, Şêxmesûd û Serê Kaniyê vegeriyane û ew dever radestî rêveberiyên sivîl bihatina kirin.
Ramî Ebdulrihman da zanîn ku hîn jî çekdarên girêdayî Tirkiyê ji Efrîn û Serê Kaniyê derneketine û wiha got:
"Desteserkirina milkan, wergirtina pereyan bi zorê û girtina kêfî jî di nav de binpêkirin dewam dike.
Li gel vê yekê jî çete li navçeyên Efrîn û Serê Kaniyê bi rengekî berfirehtir bi cih bûne."
Ramî Ebdulrehman: Binpêkirin li dijî Kurdan tên kirin
Rêveberê SOHR'ê eşkere kir ku piştî QSD'ê di çarçoveya peymanê de xwe ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê vekişand, gelek sûc li dijî kurdan hat kirin û wiha axivî:
"Li van herêman gelek binpêkirin li hemberî Kurdan hat kirin.
Tenê meha nîsanê li Reqayê 15 Kurd, li Dêrazorê jî Kurdek hat girtin.
Rewş bi taybetî li Reqayê metirsîdar e. Meha derbasbûyî 7 mal û 5 dikan hatin desteserkirin.
Bi sedan şervanên Ereb ên ku berê di nava QSD'ê de bûn, hatin girtin."
Ramî Ebdulrehman: Desthilat nikare komên çekdar kontrol bike
Ramî Ebdulrehman ragihand ku wan sûcên binçavkirina kêfî, êşkence û wergirtina pereyan ji aliyê çekdarên Hemzat û Emşat ve bi belge kirine û got:
"Desthilata navendî nikare van koman kontrol bike.
Her wiha ji ber ku mekanîzmaya hesabdayinê nîne, sûc bêhtir tên teşwîqkirin."
Ramî Ebdulrehman diyar kir ku zêdebûna gotinên nijadperest û parçebûna siyasî, nebûna mekanîzmaya hesabpirsînê, paşeroja Sûriyê ne diyar dike.