Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Komîteya koçberên Serê Kaniyê re civiyan

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Malzûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi şandeyeke Komîteya Koçberên Serê Kaniyê re civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de rewşa giştî ya Serê Kaniyê û gundewarê wê, rewşa koçberan, mekanîzmeyên birêxistinkirina vegerê hatin gotûbêjkirin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku li gorî wan dosyaya koçberên Serê Kaniyê di tevahî civînên wan ên bi aliyên eleqedar re tên nîqaşkirin.

Her wiha Ebdî da zanîn ku bi awayekî berdewam xebat ji bo misogerkirina vegera şêniyên Serê Kaniyê bo bajar û gundewarên wan bi awayekî ewle û bi rûmet bêyî tu xeteriyan tê kirin.

Di dawiya civînê de hat lihevkirin ku di demên pêş de xebateke hevbeş di navbera komîteya koçberên Serê Kaniyê û tevahî aliyên eleqedar de bê kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye