Wezîrê berê yê neftê yê Îraqê hat binçavkirin

Medyaya Îraqê ragihand ku wezîrê berê yê Neftê yê Îraqê li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê dema hewl dida bireve, hate binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên ewlehiyê yên li Bexdayê piştrast kirin ku duh, hêzên ewlehiyê li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê, wezîrê berê yê neftê yê Îraqê Ebdulkerîm Lueybî bin çav kirine.

Li gorî agahiyan Lueybî dema xwestiye bi rêya balafirgehê geşta derveyî welat bike, hatiye binçavkirin.

Hat diyarkirin ku wezîrê berê Lueybî bi tometa ‘gendeliya darayî’ û ‘tevlîbûna di gelek dosyayên mezin de di dema rêvebirina Wezareta Neftê (2010-2014) de’ dihat lêgerîn.

Ebdulkerîm Lueybî berê jî di raporên navdewletî de, navê wî bi tometa wergirtina bertîl û bê serûber xerckirina milkê giştî derbas dibû.

Niha wezîrê berê yê neftê ji bo lêpirsîn û prosedurên qanûnî yên têkildarî tohmetên li dijî wî, ji cihê peywendîdar re hatiye veguhestin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye