Girtina tengava Hurmuzê dewletên Kendavê ber bi rêyên nû yên hinartina neftê ve dibe

Piştî astengbûna tevgera deryayî ya li Tengava Hurmuzê ji ber şerê li Rojhilata Navîn, dewletên Kendavê yên hilberînerên neftê lez dan plansaziyên xwe da ku rêyên alternatîf ji bo hinartina neftê peyda bikin. Ev welat hewl didin bi rêya berfirehkirina xetên heyî an jî avakirina projeyên nû, nefta xwe bêyî ku di vê tengava stratejîk re derbas bibe bigihînin bazarên cîhanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daneyên Saziya Navdewletî ya Enerjiyê, di sala 2025an de rojane 14,95 mîlyon bermîl nefta xav di Tengava Hurmuzê re dihat hinartin.

Piştî şer û aloziyên dawî, pisporên sektorê diyar dikin ku di pêşerojê de mirov  dikare rojane nêzîkî 11,5 mîlyon bermîl neft ber bi xetên boriyan yên alternatîf ve beralî bike da ku aboriya herêmê zirarê nebîne.

Di vê çarçoveyê de, Erebistana Siûdî pêngaveke mezin avêt û kompanyaya Aramco şiyana xeta xwe ya Rojhilat-Rojava, ku neftê digihîne bendera Yanbu ya li ser Deryaya Sor, gihand 7 mîlyon bermîlan.

Rêveberiya Riyadê her wiha plan dike ku şiyana vê xetê 2 mîlyon bermîlên din jî berfireh bike û ev proje li gora pêşbîniyan heta sala 2030-2031'an bi dawî bibe.

Ji aliyê xwe ve, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ku niha xeta xwe ya heyî ya ber bi bendera Fujairah ve bi kar tîne, dest bi çêkirina xeteke duyem a hevpar kiriye.

Ev projeya nû sala bê dikeve meriyetê, wê şiyana hinartina neftê ya welat ducar bike.

Li aliyê din, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çavdêriya hewldanên koalîsyoneke navdewletî dike da ku xeta boriyê ya sereke ya ku zeviyên nefta Iraqê bi peravên Sûriyê ve li ser Deryaya Navîn girêdide, ji nû ve bide xebatê.

Tê payîn ku şiyana vê xetê ya destpêkê, dê rojane bibe 2 mîlyon bermîl be, her çend astengiyên siyasî û darayî wekî metrsî li pêşiya projeyê rawestiyane.

Her weha, welatên mîna Kuweyt û Behreyn ku xetên wan ên alternatîf nînin, dest bi danûstandinan kirine da ku torên xwe bi xetên Erebistana Siûdî ve girêbidin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye