Fiyetên elektrîka avahiyan, ji sedî 25 û gaza xwezayî jî ji sedî 25 hatin zêdekirin û ji nû ve hatin sererastkirin.
Li gor vê, elektrîka malan ji sedî 25, elektrîka aboneyên sektora giştî û taybet ji sedî 17,5, elketrîka pîşesaziyê ji sedî 5,8 û ya aboneyên çandiniyê ji sedî 24,8 hatin zêdekirin.
Li gor tarîfeya nû, mehê her aboneyek dê ji bo 100 kwh elektrîkê 323,8 TL pere bide.
Gaza xwezayî jî, li gor fiyetên ku BOTAŞ'ê diyar kirin e, fiyetê gazê zede kir.
Li gor vê, gaza avahiyan ji sedî 25, a pîşesaziyê ji sedî 18,61 û ya satralên hilberînê ji sedî 19,42 hatin zêdekirin.
Dê tarîfeyên nû ji 4'ê nîsanê ve derbasdar bin.