Herêma Nordizê ya navçeya Payîzava ya Wanê, bi nebatên xwe, mezinbûn û berhemdariya xwe berbiçav e.
Nordiz ku li herêmê wekî qadeke hilberînê tê dîtin, bi ekosîstema xwe di warê pezkoviyan, mihên Nordizê û hewzeya Gola Wanê de cihekî girîng e.
Her wiha ji bo masîpankan jî qadeke jiyanê ya girîng e.
Lê belê nêzî çar sal in ji ber xebatên lêgerîna madenê zirareke mezin dîtiye.
Ji ber xebatên madenê yên li mezrika Derbedanis a gundê Şamanisê ku ji aliyê Vefa Groupê ve tên kirin, kaniyên avê yên gund qirêj bûne.
Ev tiştên di nava avê de, hem ji bo şêniyên herêmê hem jî ji bo lawiran zirareke mezin didin der.
Ji ber ku hema bêje av bi temamî nayê bikaranîn, gundiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin ji bêgavî lawirên xwe dibin Zozana Nerbirnavê ya 15 kîlometreyan dûrî wan e.
Her sal, bi sedan lawir ji ber bandorên ava qirêj dimirin, ziwabûna çêregehan û têkçûna çerxa hilberînê, li herêmê sewalvaniyê aniye ber qedandinê.
Ev rewş, ne tenê wêraniyeke aborî ye, di heman demê de windabûna şêwazeke jiyanê ya ku bi nifşan dom kiriye jî nîşan dide ye.
Ji aliyekî din ve, hevsengiya xwezayê ya herêmê jî bi wêraniyeke giran re rû bi rû ye û hebûna pezkoviyan û miyên Nordizê yên di bin xetereyê de ne, di bin gefeke cidî de ne.
Cihên hilberîna masîpankan ku ji bo hewza Gola Wanê pir girîng e jî rasterast ji vê pêvajoyê bandor dibin û di bin xetereya nemanê de ne.
Gundiyên ku li dijî madenê ne, li dijî wêrankirina sîstematîk a hem qadên jiyanê û hem jî debara xwe ya jiyanê dozên qanûnî vekirine daxwaza rawestandina xebatên madenê dikin.
Ev wêrankirin berdwam a li Nordizê, gefê li pêşeroja herêmê dike.