Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin xeteriya erdhejê de ne

Li Tirkiye û Bakurê Kurditanê li gor lîkolînan îhtîmala erdhejan zêdetir bûye. Dr. Sacît Mûtlû anî ziman ku di lêkolînên xwe de gihaştine hin daneyên ku wekî Faya Şemzînan-Geverê erdhejeke bi pileya 7'an hilberandiye û got ku ew dizanin ku dê ev bandorê li Hewzeya Gola Wanê bike û li derdora Gola Wanê fayên mezin û rûxîner hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nexşeya "Herêmên Erdhejê yên Heyî" ya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarte ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) a Tirkiyê li 59 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi xetereya erdhejê re rû bi rû ne.

 

Hat diyarkirin ku li van bajaran, salane bi qasî 20-30 erdhejên bi mezinahiya 5 pileyan û jortir çêdibin û her 5 salan carekê erdhejeke bi mezinahiya 7 pilayan û jortir çêdibe.

 

Hîndekarê Beşa Rêveberiya Karesat û Awarte ya Dibistana Pîşeyî ya Ewlehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Dr. Sacît Mûtlû, got ku hilweşîna mezin a piştî erdhejên Mereşê yên 2023'yan, ji nû ve nirxandina nêzîkatiya li hember karesatan li welêt ferz kiriye.

 

 

 

Mûtlû: Şikestin çalak dibin ev yek dibe sedema wêraniyan

 

 

 

Sacît Mûtlû bal kişand ser rastiya erdhejên li Tirkiyê û wiha berdewam kir:

 

"Ji demên berê heta niha gelek ezmûnên bi êş hatine jiyîn û divê rêveberiya rîska karesatan, piştî erdhejên Mereşê, bibe pêşîniyeke.''

 

Mutlu, bi bîr xist ku li welêt gelek şikestinên çalak hene ev şikestin dibin sedema wêranî û windahiyên cidî û wiha lê zêde kir:

 

"Di karesatan de du celeb windahî hene yek ji wan zirara avahîsaziyê û ya din jî windahiyên ku ji ber tevgerên xelet çêdibin."

 

 

 

 

'Divê saziyên giştî ji bo keresatan amede bin'

 

 

 

Hîndekarê Beşa Rêveberiya Karesat Sacît Mutlu planên parêzgehê ku di nav de Wan jî anî ziman û wiha domand:

 

"Di çarçoveya Plana Kêmkirina Rîska Karesatan a Tirkiyê de hatine amadekirin. Divê hem saziyên giştî û hem jî kes divê ji bo karesatan amade bin." 

 

Hîndekarê Beşa Rêveberiya Karesat û Awarte ya Dibistana Pîşeyî ya Ewlehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Dr. Sacît Mûtlû di dawiyê de got ku şikestin dikare bandorê li Hewzeya Gola Wanê bike û xetereyeke cidî çêdike û wiha qedeand:

 

"Ev xet bi herêma Şikestina Tebrîzê ya Bakur re li Başûrê Rojhilat dibin yek û herêm bi tevahî di bin xetereyeke erdhejê ya bilind de ye.

 

 Divê ezmûnên berê, di warê amadekariyan de ji bo siberojê bibin rênîşander."

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye