Li Awistralyayê fikar li ser dagirkirina mişkan a xwarinê çêbûye

Rojeva gelek welatan siyaset e. Ya Hikûmeta Awistralyayê jî mişk in. Ji ber zêdebûna mişkan sektora çandinîyê ya Awistralyayê krîzeke mezin jiyan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Awistralyayê roja şemiyê ragihand ku ji ber zêdebûna mişkan li rojavayê welat bi fikar e.

Her wiha Awistralyayê dê bi sektora çandiniyê re bixebite da ku bandora wê li ser dabînkirina xwarinê kêm bike.

Wezîrê Enerjiyê Chris Bowen di axaftineke televîzyonî de ji Sydney re got:

"Bê guman em ji ber zêdebûna mişkan, li Rojavayê Awistralyayê bi fikar in."

Ji aliyekî din ve jî medyaya herêmî ragihand ku li herêmên çandiniya genim ên Awistralyayê pirsgirêkek mişkan berdewam e.

Her wiha ev mişk êrîşî zeviyên li herêma kembera genim a Rojavayê Awistralyayê dikin.

Ev rewş bû sedem ku hilberînerên genim di meha nîsanê de hişyariyê bidin, li ser windabûna berheman û banga karanîna dermanên bihêztir ji bo mişkan peyda bibe.

Chris Bowen got ku hikûmet bi sektora çandiniyê re bi dijwarî dixebite da ku bandora vê pirsgirêkê li ser dabînkirina xwarinê ya navxweyî û navneteweyî kêm bike.

Bowen zêde kir:

"Derketina mişkan ji bo cotkar, sektora çandiniyê û hikûmetan rewşeke pir dijwar e."

Her wiha ajansa zanistî ya neteweyî ya Awistralyayê, diyar kir ku Awistralya 4emîn welatê herî mezin ê derxistina genim ê cîhanê ye.

Di sala 1993an de, Awustralyayê ji ber pirsgirêkê mişkan, di sala xwe ya herî xirab re derbas bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye