Li bakurê rojhilatê Fransayê agirekî mezin pêket: 2000 hektar daristan şewitîn

Li herêma Fontainebleau ku dikeve başûrê rojhilatê Parîsê, agirekî mezin zêdetirî 2,000 hektar daristan şewitandiye û bûye sedema valakirina nêzîkî 1,000 mal.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêmên bakur û rojhilatê Fransayê, ji ber pêlên germê yên giran û hişkesariya domdar, agirekî mezin û bê kontrol derket. Şewata ku li herêmên nêzîkî daristanên dîrokî yên wekî Fontainebleau ya li başûrê rojhilatê Parîsê dest pê kir, ji ber bayê tund zû belav bû û zêdetirî 2,000 hektar erd da ber xwe.

Tîmên agirkujiyê yên herêmî ragihandin ku ji bo parastina canê welatiyan, nêzîkî 1,000 mal bi lezgînî hatine valakirin.

Li seranserî welat, heta niha rûbera erdên şewitî gihştiye zêdetirî 42,000 hektarî. Hikûmeta Fransayê balafirên taybet ên avê û bi sedan leşkerên parastina sivîl şandin herêmê da ku pêşî li karesatekî mezintir bigirin.

Pisporên hewayê hişyariyê didin ku germahiya zêde dê di rojên pêş de jî berdewam bike, ev yek jî xebatên kontrolkirina agir zehmettir dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye