Serokê Giştî yê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li koma MHPê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî.
Hevdîtina Numan Kurtulmuş bi DEM Partiyê re bi dawî bû
Piştî hevdîtina bi Devlet Bahçelî re, Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin.
Hevdîtinê nêzî 45 deqîqeyan ajot.
Têkildarî hevdîtinê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan der barê hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re daxuyaniyeke nivîskî dan û di daxuyaniyê de hat gotin ku wan li ser qanûna çarçoveyî pêşniyarên xwe ji Numan Kurtulmuş re pêşkêş kirine.
DEM Partî: Di qanûna çarçoveyî de divê statuya birêz Abdullah Ocalan cih bigire
"Me di hevdîtina bi birêz Numan Kurtulmuş re diyar kir ku divê qanûn bi kok be û bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê ava bike.
Me careke din destnîşan kir ku di qanûna çarçoveyî de divê statuya birêz Abdullah Ocalan cih bigire û xebata şert û mercên azad xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Me diyar kir ku divê qanûna çarçoveyî hemû kesan bigire nava xwe, pirsgirêka Kurd di pevçûnê de veguherîne bingeheke hiqûqî û siyasî."
Numan Kurtulmuş bi Yenî Yolê re civiya
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş piştî hevdîtina bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re serdana Koma Yenî Yolê kir û li wir bi Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen re hevdîtin kir.
Çavkaniyên ji Partiya Rêya Nû diyar kirin ku di civînê de wan ew nerîn bi dest xistine ku hikûmetê bi awayekî zelal îradeya xwe ya siyasî ji bo pejirandina qanûna çarçove nîşan daye.
Kurtulmuş bi pêşniyara pêşnûmeqanûnê serî li partiyên siyasî nedaye
Li gorî agahiyan, Kurtulmuş bi pêşniyara pêşnûmeqanûnê serî li partiyên siyasî nedaye.
Çavkaniyên ji Koma Rêya Nû diyar kirin ku wan di civînê de ew nerîn bi dest xistiye ku pirsgirêkên sereke bi piranî hatine çareserkirin.
Rêveberên Koma Rêya Nû diyar kirin ku qanûn dê ti xalek derbarê rewşa Abdullah Ocalan de negire nav xwe, lê ew hatiye plankirin ku şert û mercên wî yên li girtîgeha Îmraliyê bi awayekî pratîkî ji bo dan û standinan guncaw bin.
Çavkaniyan diyar kirin ku rêbaza serdest ev e, "Pêşîn ew e ku pêvajo bikeve bingeha hiqûqî. Mijarên din dikarin paşê werin destgirtin."
Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya
Numan Kurtulmuş piştî hevdîtina xwe ya bi Koma Yenî Yolê re, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ weke Serokê Giştî yê CHP’ê hat erkdarkirin, der barê qanûna çarçoveyî de hevdîtin pêk anî.
Herî dawî hate ragihandin ku wê Numan Kurtulmuş îro jî serdana ÎYÎ Partiyê û AK Partiyê bike.