Li Quneytrayê zarokekî biçûk di hewldana revandinê de birîndar bû

Rûxmê bertekan jî bûyerên revandina zarokan a li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de zêde dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Roja 23’ê Cotmehê li bajarê Quneytra ya Sûriyeyê sê kesan hewl da zarokekî birevînîn. Her çiqas êrîşkar negihiştibin armanca xwe jî zarok di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû.

 

Çekdarên nenas hewl da bi zorê zarok bixin erebeyê, lê zarok qîr kir û ji bo parastina xwe bike yek ji wan gez kir. Xwendekarên dibistanê jî bûyer dîtin û ew jî bi qîr kirin û alîkarî xwestin.

Kesên êrîşkar ji ber qîrîna zarok û xwendekaran tirsiyan û xwestin birevin. Dema êrîşkar hewldan birevin pêl zarok kirin û wî bi giranî birîndar kirin.

 

Di nava vê mehê de cara duyemîne hewildana revandina zarokan çêdibe.

Di 6’ê Cotmehê de jî xwendekarê pola heştemîn Mohamed Qasim Hayder ji aliyê komeke ji çar çekdaran pêk dihat ve li derveyî dibistana xwe ya li Lazkiyê hatibû revandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye