Dewletên endamên NATO’yê ragihandin ku, ew piştgiriya plana DYA’yê ya dorpêçkirina Tengava Hurmizê nakin.
Piştî têkçûna hevdîtinên bi Îranê re, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku trafîka deryayî ya li tengavê were astengkirin, daxwaza piştgiriya navneteweyî kiribû.
Lê welatên NATO’yê li dijî vê bangê derketin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer diyar kir ku, ew piştgiriya plana dorpêçkirina Tengava Hurmizê nakin û wiha got:
"Çiqas zext hebe jî, em ê nekevin şer."
Almanya, Spanya, Îtalya, Polonya û Yewnanistanê jî şandina hêzên deryayî ji bo dorpêçkirina tengavê red kirin.
Li aliyekî din jî, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa û Brîtanyayê bi welatên din re, ji bo ku piştî pevçûnan ewlehiya çûn û hatinê li Tengava Hurmizê misoger bikin, wê bikevin di nava hewldana avakirina mîsyoneke navneteweyî de.
Macron anî ziman ku mîsyona plankirî wê "bi tevahî bi armanca parastinê be” û dema ku şert û mercên guncaw derkevin holê wê bikeve pratîkê.
Li gorî Wall Street Journal ku xwe dispêre rayedarekî payebilind ê DYA’yê ku nexwest navê xwe bide, di dorpêça ku ji hêla Donald Trump ve li gorî saeta Ewropayê 16.00’an hatiye ragihandin de, nêzîkî 15 keştiyên şer hatine bicihkirin.