Di raporê de hatiye diyarkirin ku girtiyên siyasî yên jin di şert û mercên gelek zehmet de tên ragirtin û gelek caran bi zextên derûnî û gefan re rûbirû dimînin.
Li gor raporê girtiyên jin ên siyasî di salonek qerebalix de tên ragirtin, ji xizmetguzariyên sereke bê par tên hiştin û ev jî bandorek neyînî li ser tendirustiya wan dike.
https://www.hawarnews.com/kr/zexta-rejima-irane-ya-li-ser-girtiyen-jin-her-ku-dice-zede-dibe
Her wiha Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê jî eşkere kir ku jinek Kurd li îranê hatiye binçavkirin û li girtîgeha Evînê du girtiyên jin nayên dermankirin.