Brîtanya: Keştiyeke me ya barhilgir li beravên Îranê rastî êrîşekê hat

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya artêşa Brîtanyayê ragihand ku keştiyeke Brîtanî ya barhilgir nêzîkî Tengava Hurmizê rastî êrîşekê hatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya artêşa Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku îro li berava Sirikê ya Îranê keştiyeke wan a barhilgir rastî êrîşekê hatiye.

Heman çavkaniyê da zanîn ku hemû endamên ekîbê baş in û ji wan xwest ku bi baldarî biçin.

Ji aliyê xwe ve, rayedarên Îranî kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê piştrast kirin û diyar kirin ku keştiyên ne Amerîkî û ne Îsraîlî dikarin bi dayîna bacê di rêya avê re derbas bibin.

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya artêşa Brîtanyayê da zanîn ku kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Li gorî Navenda Operasyonan, ji 22’ê nîsanê û bi vir ve, êrîşa li ser keştiya barhilgir bûyera yekem e ku rûdide.

Piştî ku gera duyem a danûstandinên bi Îranê re li Pakistanê bi ser neket, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dorpêça deryayî li ser benderên Îranê sepand.

Trump got ku heta di navbera Tehran û Washingtonê de lihevkirinek çênebe, wê derpêç berdewam bike.

Trump: Waşintonê pişiniyara Tehranê xwend û em wan red dikin

Her wiha Trump got ku Waşintonê pişiniyara Tehranê xwend û em wan red dikin.

Îranê got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi rêya Pakistanê bersiva pêşniyara wê ya 14 xalan daye û ew bersivê dinirxîne.

Medyaya fermî li ser zimanê berdevkê wezareta derve ya Îranê got:

"Di vê qonaxê de ti danûstandinên nuklerî tune ne."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye