Rêveberiya Stenbolê ya CHP`ê ji kar hat dûrxistin

Derbarê Kongreya Bajar ya Stenbolê ya CHP’ê de Dadgeha Asliye Hiqûq ya 45’an a Stenbolê biryara tedbîrê da û Serokê Bajêr Ozgur Çelîk û rêveberiya wî ji kar dûr xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor biryara dê dewsa rêveberiya niha rêveberiyeke demkî ku ji Gursel Tekîn, Zekî Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz, Erkan Narsap pêk tê were erkdarkirin.

Li hember vê biryarê gelek alîyan bertek nîşan dan û ev pêkanîn wek bi destê dadgehan mudaxaleyî siyasete nirxandin.

Serokê CHP Ozgur Ozel piştî bûyerê daxuyaniyek da û ev biryar, biryareke ji bo tevlîhev kirina CHP pênase kir. Ozel da zanîn ku biryar ji bo wan e derbasdar e û dê biryarê nasnekin, îrada xwe teslîm nekin.

DEM Partî jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku biryarên bi armanca dizayn kirina siyasetê tê kirin nas nakin û bang li darazê kir ji bo ku destê xwe ji siyasetê bikişîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24