Fermandarê CENTCOM’ê bi Sûdanî û Nêçîrvan re civiya

Serokwezîrê Iraqê bi Fermandarê CENTCOM’ê Amîral Brad Cropper û rêveberê balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re civiya. Di civîn de rewşa li ser bi hêzkirina hevkariya di navbera wan de ji bo rûbirûbûna terorê û têkbirina DAIŞê ya yekcarî û gefên ewlehiyê kir. Dîsa bi heman rojevê CENTCOM bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya û tekezî li ser bi hêzkirina hevkariyê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cropper û rêveberê balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re civiya û tekezî li ser pêkanîna peymanên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê ya Iraqê,bi daxuyaniyek ragihand ku di civînê de li ser çendîn mijarên ewlehî û leşkerî yên di navbera her du aliyan de, her wiha şopandina pêkanîna peymana hevbeş a di navbera her du welatan hat kirin.

Her wiha Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li Hewlêrê Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Charles Brad Cooper pêşwazî kir.

Di civînê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê yê Herêma Başûrê Kurdistanê Wendy Green jî amade bû, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên girîng hatin gotûbêjkirin.

Dîsa peywendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê re, bi taybetî di warên ewlehî û leşkerî de hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya ofîsê de,hat destnîşankirin ku li ser pêwîstiya berdewamiya hevdîtinan ji bo berdewamiya hevkariya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de jî nîqaş hat kirin.

Charles Brad Cooper da zanîn ku Amerîka bi girîngiyeke zêde li wan pêwendiyan dinêre û li ser bihêzkirina hevkariyên di navbera wan de ji bo rûbirûbûna terorê û têkbirina DAIŞê ya yekcarî û gefên ewlehiyê kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24