Danişîna doza şaredarê CHPyî Ahmet Ozer ku ji ber “lihevkirina bajar” ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin doh danişîna wî li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat.
Di dozê de ji 7 salan heta 15 salan cezayê hepsê ji bo Ozer dihat xwestin. Danişîn, bi guhdarîkirina şahidan dest pê kir. Serokê Baskê Ciwanan ê CHPê yê Mûşê yê berê Erkan Çakir, ji bo pirsa “Têkildarî endamtiya Ahmet Ozer tu agahî li ber destê te hene?” ev bersiv da: “Şêweyê bilêvkirina PKKê nîşaneya endamtiyê ye.”
Piştî îfadeyên şahidan, dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Ozer da. Lê ji ber ku Ozer di dozeke gendeliyê de tê darizandin nehate berdan.