Berdevkê AKP’ê Omer Çelik di bernameyeke televîzyonê ya Tirkiyê de der barê pêvajoyê û peymana 10`ê adarê de axivî.
Omer Çelik diyar kir ku rapora ku dê ji hêla komîsyonê ve were amadekirin dê rê nîşan bide.
Omer Çelîk: Şande wê komîsyonê agahdar bike
Çelik behsa hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re kir û got ku şande wê komîsyonê agahdar bike.
Pirsa der barê rexneyên muxalefetê de wiha bersivand:
"Endamên komîsyonê li ser hilweşandina QSD`ê pirs pirsîn.
Di dawiyê de, ew ê komîsyonê agahdar bikin.
Piştre komîsyon dê gav bavêje. Ev mijar hesas in.
Rêzgirtina vê hesasiyetê nayê wê wateyê ku ev ji raya giştî re were veşartin."
Berdevkê AKP`ê li ser banga Tuncer Bakirhan ya ji bo hatina Îlham Ehmed ji bo beşdarbûna konferansa ku wê li Tirkiyê pêk were jî axivî:
"Ev mijar dê di çarçoveya bidawîanîna çalakiyên terorîstî yên di vir de were çareser kirin.
Kesê ku hûn qala wê dikin keseke ku behsa nedanîna çekan dike."
"Îsraîl dixwaze herêma Durzî û ya QSD`ê bike yek"
Çelik her wiha li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyê û hevdîtinên entegrasyonê yên di navbera QSD û Şamê de ev tişt anî ziman:
"Dema ku em di beşa Sûriyê de dibêjin, "Peymana 10`ê Adarê bi cih bînin" em rastî dijberiyê tên.
Ji bo me, pêkanîna vê peymanê delîl e ku QSD êdî rêxistineke terorîst nîn e."
Berdevkê AKP`ê Omer Çelik herî dawî bal kişand ser hewildanên Îsraîlê û got:
"Em dibînin ku Îsraîl dixwaze herêma Durzî ya cudaxwaz bi herêma QSD`ê re entegre bike"