Wezareta Karê Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, êrîşa Îsraîlê ya duh li Quneytirayê şermezar kir.
Wezareta Derve, eşkere kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Wezaretê bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û van êrîşan rawestînin.
Li Quneytirayê artêşa Îsraîlê kesek kuşt
Şevê din, Artêşa Îsraîlê bi topeke tankê erebeyek li nêzî sînorê li gundewarê Quneytîrayê hedef girt, di encamê de kesek hat kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SHOR'ê, dest nîşan kir ku ti girêdana kesê ku hatiye kuştin, bi çalakiyeke leşkerî ve nebû û di dema erebeya wî li ser rêya giştî ya gundên nêzî sînor re derbas dibû, êrîş pêk hat.