Taximê Batman Petrolspor, wê îro mazûvaniya taximê Muglasporê bike û hewl dide ku bi ser bikeve da ku ber bi Şampiyoniya heyî ya Lîga duyemîn a Tirkiyê ve biçe.
Di çarçoveya hefteya 31`emîn a Lîga Duyemîn de, taximê Batman Petrolspor îro di saet 15:00`an de mazûvaniya taximê Muglasporê li qada xwe û li ber alîgirên xwe dike.
Serkeftina di vê maçê de dê taximê Batman Petrolspor nêzîkî destkeftiyeke mezin û dîrokî bike.
Beriya vê maçê, Batman Petrolspor bi 73 puanan di rêza yekem de ye.
Her wiha taximê Muglasporê jî bi 65 puanan di rêza duyem de cih digire û cudahiya di navbera her du taximan de 8 puan in.
Batman Petrolspor di 17 maçên li pey hev de têk neçûye
Taximê Batman Petrolspor di 118 rojan de û di 17 maçên li pey hev de têk neçûye.
Cara dawî ya ku têkçûbû, di 7ê kanûna pêşîn a 2025`an de bû ku li hemberî Muglasporê 2-0 maç winda kiribû.
Ji wê rojê û vir ve taximê Batman Petrolspor ti maç winda nekiriye.
Her wiha Batman Petrolspor di her 6 maçên xwe yên dawî de serkeftin bi dest xistiye û ger îro jî bi ser bikeve, dê gaveke pir girîng ber bi şampiyoniyê ve bavêje.
Bi serkeftina îro re, cudahiya puanan dibe 11 û di 4 maçên mayî de dê tenê 1 puan ji tîmê re hewce be ku şampiyoniyê misoger bike û derkeve Lîga Yekemîn a Tirkiyê.
Batman Petrolspor di 2022`an de piştî 26 salan derket lîga duyemîn
Batman Petrolspor, di sala 2022`an de piştî 26 salan di Lîga Sêyemîn de bûbû şampiyon û derketibû Lîga Duyemîn.
Piştî nêzîkî 4 salan, taximê Batmanê niha li ber destkeftiyeke din a dîrokî ye ku bibe şampiyonê Lîga duyemîn û derkeve lîga yekemîn.
Batman Petrolspor, tîmeke 66 salî ye. Stadyuma wê ya bi navê "Batman Şehîr e" 15 hezar kesan dihewîne.