Bilêtên Fînala Kûpaya Cîhanê cara yekem bi qasî 11,000 dolarî ne

Bilêtên fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an, ev cara yekem e bi qasî 11,000 dolarî ne, ku ev hejmareke dîrokî û bêhempa ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Bilêtên fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an, ku dê ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Kanada û Meksîkayê ve were lidarxistin, bi qasî 11,000 dolarî ne, ku ev hejmareke rekordşikênî ye.

Li gorî ku BBC ragihandiye ev bihayê herî bilind e ku heta niha ji bo bilêtek maçek fûtbolê ya standard hatiye dayîn.

 

Ji bo bilêteke maça Fînalê gerek 1,550 dolar be

 

Her wiha DYA, Kanada û Meksîkayê di pêşniyara xwe de diyar kiribûn ku bihayê herî zêde ji bo bilêtek maça fînalê dê 1,550 dolar be.

Lê piştî ku bilêt di Kanûna Pêşîn a borî de ketin firotanê, bihayê herî bilind gihîşt 8,680 dolarî.

 

FIFA rastî zehmetiyên teknîkî hat

 

Li gorî ku hatiye ragihandin FIFA roja Çarşemê, piştî temamkirina 48 taximan, dema ku firotina bilêtên Kûpaya Cîhanê ji nû ve dest pê kir, rastî zehmetiyên teknîkî hat.

FIFA'yê ji bo qutbûna ku bandor li girêdanan kiriye ti ravekirinek neda, lê diyar kir ku malper heta nîvro bi rêkûpêk dixebitî.

FIFA'yê ragihand ku ne hemî bilêtên mayî yên 104 maçên tûrnûvayê ne, ku dê ji 11'ê Hezîrana 2026'an heta 19'ê Tîrmeha 2026'an li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Meksîka û Kanadayê were lidarxistin.

Ji bo firotanê hatine berdan û got ku bilêtên din dê hêdî hêdî peyda bibin.

Hêjayî gotinê ye ku kategoriya herî bilind a bilêtên fînala Kûpaya Cîhanê ya 2022'an li Qeterê bi qasî 1,604 dolarî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye