Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di civîna lijneya Şêwirmendiyê ya Amedsporê de axivî û diyar kir ku tesîsa sporê ya mezin a ku li Amedê tê çêkirin li ber qedandinê ye.
Bucak diyar kir ku qada 82 donimî ya ku ji hêla projeyê ve hatiye diyarkirin dê hem ji bo perwerdehiyê hem jî ji bo tesîsên werzîşê û civakî were pilankirin.
Me dest bi xebatê kir, lê dibe ku ji ber hin sedemên burokratîk ên derveyî kontrola me dereng bimîne, lê em gihîştine dawiya vê pêvajoyê.
Serra Bucak em soz didin ku emê tesîsê demek nêzde xilas bikin
Serra Bucak di axaftina xwe ya di dema bernameyê de der barê kompleksa sporê ya pilankirî de wiha got:
''Wekî ku min behs kir, piştî ku ev prosedurên fermî temam bûn, emê vê yekê ragihînên.
Ez tenê bi Rêhener Mesut Bakkal re jî axivîm, bi rastî jî pir hindik dem maye.
Lê bi hev re, dest bi dest, em soz didin ku em ê tesîseke wiha bînin jiyanê.
Wekî ku min got, me dest bi xebatê kir, lê dibe ku ji ber hin sedemên burokratîk ên derveyî kontrola me dereng bimîne.
Lêbelê, ez bawer dikim ku em gihîştine dawiya vê pêvajoya dabeşkirinê''.