Bayern Munich duh di maça duyemîn a çaryekfînalê de Real Madrîd bi 4-3 têk bir û cihê xwe di nîvfînalên Lîga Şampiyonan de misoger kir.
Maça di navbera her du taximan şahidî kelecanêke mezin kir ku tê de 7 gol hatin avêtin.
Golên ku ji bo taxima Bayren Munich re hatin avêtin bi vî awayî bûn Aleksandar Pavlovic di deqeya 6'an de.
Harry Kane jî di deqeya 38an de, Luis Diaz 89 û Michael Ulises 90+4'an de.
Di heman demê de Arda Guler di deqeyên 1 û 29'an de û Kylian Mbappe jî di deqeya 42'an de ji bo taxima Real gol avêtin.
Real Madrîdê maç bi dezavantajeke hejmarî bi dawî kir, piştî ku lîstikvanê wan Eduardo Camavinga di deqîqeya 86'an de ji qadê hate derxistin.
Hêjayî gotinê ye ku Bayern Munich di maça yekem de Real Madrîd bi 2-1 têk bir.
Bayern Munich ji bo nîvfînalê wê bi şampiyonê xwe Paris Saint-Germain re bilîze.