Tîma Amedsporê di Lîga 1'emîn a Tirkiyê de maçeke din dilîze.
Ew dixwaze sûdê ji stadyum û alîgirên xwe werbigire da ku nêzîkî Lîga Super a Tirkiyê bibe.
Îşev di hefteya 35'an a Lîga 1'emîn a Tirkiyê de, di saet 20:00'an de Amedspor li stadyuma xwe dilîze.
Ew ê li pêşberî alîgirên xwe derkeve li hemberî tîma Stenbolê, Umraniyesporê.
Çavên Amedsporê li sê puanên din e da ku zêdetir nêzîkî Lîga Super bibe.
Amedspor ev 13 maç in têk naçe
Amedspor îsal di rewşeke gelekî baş de ye û ev 13 maç in têk neçûye.
Tîma Amedsporê hefteya borî li deplasmanê bi Eroksporê re wekî hev mabû.
Erokspor di lîgayê de di rêza sêyem de ye, û di rêya Lîga Super de hevrikê sereke yê Amedsporê ye.
Umraniyesporê hefteya borî li hemberî Sakaryasporê bi ser ketibû.
Ew dê îşev li deplasmanê bilîzin lê çavên wan li wê yekê ye ku bi encameke baş vegerin Stenbolê.
Amedspor di 5 maçên dawî yên lîgayê de, yekane tîm e ku têk neçûye, 4 serkeftin û wekheviyeke wê hene.
Tîma kesk û sor dixwaze îro sûdê ji alîgirên xwe werbigire.
Taximê kesk-sor, amadekariyên xwe temam kirin, li benda dema destpêkirina maça girînge.
Rojekê berî maçê, alîgirên Amedsporê hemû bilêtên ku ji bo Stadyuma Amedê hatine veqetandin yên ku hejmara wan 33 hezar bilêtin, kirîn.
Dan û standinên ji bo vekirina 1,500 kursiyên ku ji bo taximê mêvanan ji alîgirên kesk-sor re hatine veqetandin tên kirin.
Serlêdana Taximê Amedê bi erênî bi dawî bû.
Daxuyaniya rêveberiya Amedsporê.
Kulûba Amedsporê bi daxuyaniyekê di deqeya dawiyê de mizgînî da alîgirên xwe.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber elaqeya alîgirên me ya ji bo maça Umraniyesporê ya ku dê îşev were lîstin, di encama hevdîtinên me yên bi rayedarên peywendîdar re, bilêtên taximê mêvanan dê ji bo firotinê bên vekirin.
Di vê çarçoveyê de, plansaziya rêxistinkirî temam bû, û 1,450 bilêtên din dê ji saet 14:00 ve ji bo firotanê peyda bibin.
Heta niha, tîma Amedsporê di Lîga 1'emîn a Tirkiyê de di rêza duyem de ye.
Tîma Amedê xwediya 71 puanî ye.
Ew 4 puanan li pêşiya reqîbê xwe Eroksporê ye.
Umraniyespor jî bi 42 puanan di rêza 15'an de ye.
Maça yekem a di navbera her du tîman de îsal li stadyuma Umraniyesporê ya li Stenbolê hatibû lîstin.
Amedspor di wê maçê de 4-3 bi ser ketibû.
Ew dixwaze îro jî heman serkeftinê li hemberî wê tîmê dubare bike.
Ev her çar maçên ku di lîgayê de mane, ji bo Amedsporê gelekî girîng in.
Tîma Amedê bi 4 puanan ji rêza sêyem dûr e.
Di lîgayê de tîmên di rêza 1 û 2'yem de rasterast derbasî Lîga Super dibin û tîma rêza sêyem jî diçe play-offê.