Marc Casado bûye armanceke nû ji bo Lîga Profesyonel a Siûdî

Taxima El-Ehlî eşkere kir ku ew plan dikin peymaneke nû bi 40 Milyon Euroyî bi Lîstikvanê Barcelonayê Marc Casado re Îmze bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Casado, di nav namzedên ku ji hêla Fona Veberhênana Giştî ya Siûdî ve hatine destnîşankirin û fonê plana xwe ya ji bo îmzekirina navenda Barcelonayê eşkere kiriye.

 

Li gorî agahiyan, Fona Veberhênanê ya Siûdî amade ye ku pêşniyarek ji 40 milyon Euroyî zêdetir pêşkêş bike da ku Barcelonayê razî bike ku di dawiya sezonê de di derbarê firotina wî de bikeve danûstandinan.

 

Raportên di destpêka vê hefteyê de, nîşan dan ku Barcelona dixwaze peymana Casado berî dawiya sezonê nû bike, ji ber ku ew wî wekî lîstikvanekî girîng dihesibînin tevî dema lîstina wî ya sînorkirî.

 

Peymana wî, di sala 2028'an de diqede û mijara mayîn an veguhestina wî girêdayî rahêner Hansi Flick e.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye