Brezîlya di tûra 32'an a Kûpaya Cîhanê de bi Japonya re hatin beranberî hev.
Brazîlyayê 2-1 maç qezenc kir û cihê xwe di tûra 16'an de misoger kir.
Japonyayê di deqeya 29'an de bi rêya Sano encama golê vekir û nîvê yekem 1-0 bi dawî bû.
Brezîlyayê nîvê duyemîn bi hêz dest pê kir û di deqeya 56'an de bi rêya Casemiro encam wekhev kir.
Her wiha bi gola Martinelli di deqeya 90+6an de Brezîlya derbasî tûra 16'an bû.
Stêrkê Brezîlyayê Neymar, di vê maça de ti dem negirt.
Tîma Carlo Ancelotti dê di tûra 16'an de bi tîma serkeftî ya maça Perava Acê û Norweçê re bilîze.
Herî dawî Japonya û Brezîlya di maçeke dostane de hatibûn hemberî hev
Herî dawî sala 2025'de Brezîlya û Japonya di maça dostane de hatibûn gel hev.
Japonya li hemberî Brezîlyayê encameke dîrokî bi dest xistibû.
Maça ku li Stadyuma Tokyoyê hate lîstinde, bi serkeftina 3-2 ya tîma Japonyayê bi dawî bûbû.
Ev encama di dîroka maçên di navbera her du tîman de cara yekem bû.
Her wiha ji 13 maçên berê, Brezîlyayê 11 maç qezenc kiribûn û 2 maç jî wekhev bi dawî bûbûn.