Sporting piştî li hemberî Bodo Glimt bi 3-0 têk çû di maça rovanşê de bi 5 golan bersiv vegerand û cihê xwe di çaryekfînala Lîga Şampiyonan de misoger kir.
Duh di qonaxa duyemîn a tûra 16'an de piştî dema zêde Sporting 5-0 bi ser ket.
Vê serkeftinê kêmasiya 3-0 ya Norwêcê ya hefteya borî ji holê rakir.
Gonçalo Inacio di xuleka 34'an de ji bo Sporting gola ewil bidest xist.
Her wiha Pedro Gonçalves di xuleka 61'an de gola duyemîn avêt.
Piştre hevkarê wî Luis Javier Suarez bi penaltiyekê di xuleka 78'an de gola 3'emîn qezenc kir.
Maxi Araujo jî di xuleka 92'an de encama maçê kir 4-0.
Beriya ku maç bi dawî bibe Rafael Neal bi gola 5'emîn di xuleka 120+1'an de serkeftin mohr kir.
Ji bilî vê maçê, 3 maçên din jî hatin lîstin ew jî wiha ne:
Real Madrid - Manchester City : 2 - 1 (5-1)
Chelsea - Paris Saint-Germain : 0 - 3 (2-8)
Arsenal - Leverkusen : 2 - 0 (3-1)
Di heman demê de îro jî dê 4 maç werin lîstin bi lîstina van maçan, maçên play-off'ê dê bi dawî bibe.
Maçên ku wê îro bên lîstin jî, wiha ne:
20:45 : FC Barcelona - Newcastle Utd
23:00 : Liverpool - Galatasaray
23:00 : Tottenham - Atletico Madrid
23:00 : Bayern München - Atalanta