Rûsya dikeve nav şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de.
Çavkaniyên agahdar û agahiyên îstîxbarata Amerîkî eşkere kirin ku Rûsya, di ronahiya operasyonên leşkerî yên Îsraîl-Amerîkî li dijî navendên Îranî, dixebite.
Ajansê got ku Rûsya hevkariya xwe ya îstîxbaratî û leşkerî bi Îranê re kûrtir û xurttir dike.
Li gorî çavkaniyan, hevkariya di nav Moskow û Tehran de, dabînkirina wêneyên satelîtê yên pêşkeftî, vedihewîne.
Moskow dixwaze piştgiriya Îranê bi dironan bike
Li gorî raporê, Moskow ji ezmûna xwe ya ku ji karanîna dronan a di şerê Ukraynayê de sûd wergirtiya û dixwaze bi heman rêbazê piştgiriya Îranê bike.
Di pêşketineke têkildar de, CNN hefteya borî, bi îdiaya çavkaniyên agahdar, eşkere kir ku agahiyên îstîxbaratê yên ku Rûsya bi Îranê re parve dike, bi giranî ji wêneyên satelîtê yên dawî pêk tên.
CNN idia kir ku Rûsya cih û tevgerên hêz, keştî û balafirên Amerîkî ji Îranê re nîşan didin.
Çavkanî her wiha îdîa dikin ku ev hevkarî nîşana yekem a xwesteka Moskowê ya tevlîbûna şer e.
Heta niha Moskow ti daxuyaniyên fermî di vê derbarê de nedane.
Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) jî red kir ku li ser vê agahiyê şîrove bike.