Talîban, qanûneke nû li Afganistanê derxist ku rê dide mêran ku bikaribin tundiyê li jinan bikin.
Qanûna cezayî ya 90 rûpelî, ji alîyê rêberê bilind ê Talîbanî Hîbatullah Akhundzada ve hatiye îmzekirin.
Qanûn, astên cuda yên cezayên ji bo mirovan li gorî rewşa wan a di civakê de destnîşan dike.
Xala 9'an a qanûna nû civaka afganî dabeşî çar çînan dike
Xala 9´an a qanûna nû, civaka Afganî dabeşî 4 kategoriyan dike: alimên olî (ulema), elît (aşref), çîna navîn û çîna jêrîn.
Di sîstema nû de, cezayê ji bo heman sûcî êdî ne bi giranî li gorî cewher an giraniya sûcê ye, lê li gorî rewşa civakî ya bersûc tê destnîşankirin.
Ew xuya dike ku sîstemeke kastê diafirîne ku tê de sûcdar wekî 'azad' an 'kole' têne dabeşkirin û jin di heman astê koleyan de tê destnîşankirin.
Li gorî qanûnê, eger zanyarekî olî yê Îslamî sûcekî bike, bersiv tenê bi şermezarkirinê ve sînordar e.
Ger sûcdar ji elîtê be, encam gazîkirina dadgehê û şermezarkirin e.
Ji bo kesên ku aîdî çîna navîn in, heman sûc dê bibe sedema girtinê.
Lêbelê, ji bo kesên ji "çîna jêrîn", ceza wê hem girtin û hem jî cezayê laşî di nav xwe de bigire.
Cezayên laşî, ji bo sûcên giran wê ji hêla rêberên olî yên Îslamî ve werin meşandin, ne ji hêla saziyên têkildar ve.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî vê yekê wekî gaveke ku şîdetê rewa dike bi nav kirin.
Li gorî pêşnûmeya qanûnê ya pejirandî, şîdeta fîzîkî ya ji aliyê hevjîn an endamekî din ê malbatê ve, nayê hesibandin heta ku nebe sedema birîndariyeke giran, wek şikestina hestiyan an birînên vekirî û heke rewşek wisa were jiyîn jî herî zêde bi 15 rojên zindanê tê cezakirin.
Wekî din, jina mexdûr divê bi xwe giraniya birînê li dadgehê nîşan bide, lêbelê nakokî ew e ku jin divê bi tevahî nixumandî bimîne û di heman demê de birînên xwe ji dadwer re îspat bike.
Ji bo jinan derketina derve jî sûc e
Qanûn, ferz dike ku dema jin diçin dadgehê pêwîste mêrek pêre hebe, heman rêzikname serdana jinekê bi xizmên xwe re bêyî destûra hevjînê xwe jî wek sûc pênase dike û heta sê mehan cezayê girtîgehê lê tê birîn.
Di rewşeke wisa de, xizmên jinê yên ku mazuvaniya wê kirine jî dikarin werin cezakirin.
Qanûna nû, şîdeta cinsî yan pîskolojîk a li dijî jinan şermezar û qedexe nake.
Qanûn, ewqas sînordar bûne ku heta berber jî ji ber kurtkirina rihên mêran bi girtinê re rû bi rû dimînin.
Li gorî raporeke NY, par sê berber li parêzgeha Kunar ji ber binpêkirina rêziknameyên wezaretê ji sê heta pênc mehan hatin girtin.
Her çiqas ji ber metirsiyan hemwelatiyên li Afganîstanê nikaribin biaxivin jî, Talîban bi yasayekê li ser qanûnan nîqaş kirine jî qedexe kiriye.
Piştî derketina DYA'yê ji Afganîstanê, desthilata Talîban bi zagonên li gor şerîatê, her ku diçe qada jiyanê li jinan û hemwelatiyan teng dike.
Bi qanûnên ku koletiyê rewa dike re, civakê li gor kastan dabeş dike û mafê jinan ji binî de ji holê radike re, Talîban li pêş çavê cîhanê tarîtiya serdema navîn nûjen dike.