Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di dema serbestberdana girtiyan de got:"
"Pêvajoya heyî pêvajoya efûkirin û avakirinê ye, ne pêvajoya girtin û dûrxistinê ye."
Nûredîn Ehmed bang li kesên hatine berdan kir ku bi erênî tev li civakê bibin.
Her wiha diyar kir ku her çiqasî di demên berê de şaşî kiribin jî, lê hemû xelkên vî welatî ne.
Parêzgarê Hesekê anî ziman ku civak emaneteke di stûyê her kesî de û kesên hatine berdan jî beşek ji tevna civakê ne.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hêvî kir ku kesên hatine berdan xizmeta civakê bikin.