Li Êlihê, di 9'ê Sibata 2024'an de Rojwelat Kizmaz a 26 salî winda bûbû û piştî 3 rojan cenazeyê wê di Gola Bendava Heskîfê de hatibû dîtin.
Her çend dosyeya mirina wê ya biguman bi biryara “hewcehî bi lêpirsînê nîne” hatibe girtin jî, malbatê bi delîlên nû serlêdan kir.
Malbat û parêzerên xwe ku li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî da, daxwaz kir ku bûyer ji nû ve û bi awayekî aktîf were lêkolînkirin.