Şeva derbasbûyî 2 tirên li nêzî Jakartayê li hev ketin.
Di encamê de, herî kêm 7 kes mirin û 81 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî saziyên têkildar ên Hikûmeta Endonezyayê, hîn jî xebatên rizgarkirinê dewam dikin.
Qeza li nêzî stasyona Bekasi Timor çêbû ku bi qasî 25 kîlometreyan dûrî paytexta Endonezyayê ye.