SEROKÊ ÇÎNÊ BI WEZÎRÊ KARÊ DERVE YÊ RÛSYAYÊ RE CIVIYA

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro sibehê li Pekînê bi Serokê Çînê Xi Jinping re civiya.

reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê "TAS" ragihand ku civîna di navbera Xi Jinping û Lavrov de li Pekînê piştî civîna wezîrên karê derve yên Rêxistina Hevkariya Şanghayê pêk hat. 

Li gorî Moskowê, yek ji mijarên ku her du rayedaran nîqaş kirin, amadekariya serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo beşdarbûna lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Çînê bû.

Berê, îstîxbarata Ukraynayê ragihandibû ku di navbera salên 2024 û 2025an de, di warê dabînkirina alavên leşkerî û parçeyên yedek ên balafiran de, herî kêm pênc caran di navbera Rûsya û Çînê de alîkarî çêbûye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24