Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi hinceta ku warê aborî de alîkarî dane cemaatê, operasyonek ku navenda wî Stenbole li 9 bajaran hat meşandin.
Keyyum ji bo Marketên HAKMAR û TATBAK ku navenda wan Stenbole û nêzî 800 şaxên wan heye re hat tayînkirin.
Li gel vê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de jî operasyonek navenda xwe Îzmîre hat destpêkirin. Di van operasyonan de jî tê gotin ku di derbarê 372 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û operasyon li 60 bajaran dê were meşandin.