Piştî danûstandinên li Îslamabadê bê encam bi dawî bûn, Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê de li ser hesabê xwe yê Truth Socialê got ku ew ê tavilê dest bi girtina Tengava Hurmizê bikin.
Donald Trump di posta xwe ya ku Îro 12`ê nîsanê belav kir de, da zanîn ku Hêzên wan ên Deryayî dê dest bi dorpêçkirina Tengava Hurmizê bikin û wiha eşkere kir:
“Ev yek wê bi rêya, rawestandina hemû keştîyên ku hewl bidin bikevin Tengavê yan jî derkevin, were pêkanîn.
Her wiha wê hin welatên din jî, di girtina Tengavê de, beşdar bibin.”
Di heman demê de, Trump ragihand ku wî ferman daye hêzên deryayî yên Amerîkayê ku li avên navneteweyî li her keştiyek ku ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmizê pere daye Îranê bigerin û bigirin û wiha lê zêde kir:
“Destûr nayê dayîn ku her keştîyek ku xercên neqanûnî daye Îranê, derbas bibe.”
Trump: Pirsgirêka nukleerî bê çareserî ma
Donald Turmp di derbarê civîna li Îslamabadê de, got ku danûstandinên bi Îranê re "baş derbas bûn û da zanîn ku li ser piraniya mijaran her du aliyan li hev kiriye, lê mijara herî girîng, “pirsgirêka nukleerî”, bê çareserî ma."
Îran: Ger Amerîka gaveke şaş li tengavê biavêje ew ê lêbidin
Di bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Supeya pasdarên Îranê li ser X`ê hişiyar da û got ku eger dewetên Yekbûyî gaveke şaş li Tengava Hurmizê bavêje, ew ê bikeve nav babelîseke kujer.
Di heman demê de, Pasdaran eşkere kir ku hemû trafîka deryayî, tevahî di bin kontrola hêzên çekdar ên Îranê de ye."
Axios: Amerîka biryara dorpêçkirina tengava Hurmizê da
Axios`ê jî belav kir ku Karbidestên Amerîkî eşkere kirin ku Serok Donald Trump piştî têkçûna danûstandinên aştiyê yên li Pakistanê, biryara dorpêçkirina deryayî li ser Îran û Tengava Hurmizê da.
Her wiha heman çavkaniyê da xuyankirin ku Trump çend rojan bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî re vebijarka dorpêçkirina deryayî wekî planeke awarte di rewşa têkçûna danûstandinan de nîqaş kir û bi gihîştina danûstandinan di rewşeke bê encam de, serokê Amerîkayê destûr da ku planê veguherîne çalakiyeke leşkerî ya rastîn.
Qalîbaf: Amerîka di vê gera dan û standinan de bawerî neda
Beriya vê yekê jî, Serokê Meclisa Şêwirmendiya Îslamî, Mihemed Baqir Qalibaf got ku Amerîka mantiq û prensîbên Îranê fêm kiriye û di vê gera danûstandinan de nekarî baweriya şandeya Îranê bi dest bixe.