Li Qeterê ji ber teqîna li dezgeheke gazaê 13 kes jiyana xwe ji dest dan

Kompleksa mezin a gaza xwezayî ya şilekirî ya Ras Laffan beriya niha rastî êrîşeke Îranî hatibû.Hat ragihandin ku ev cih ji nû ve rastî teqîneke bûye, di teqînê de 54 kes birîndar bûn û 18 kes jî windayî bûne. Qatar Enerjiyê piştî vê agahiyê eşkere kir ku hejmara qurbaniyan gihîştiye nêzîkî 13 kesan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Beriya niha Îranê êrîşeke li ser kompleksa mezin a gaza xwezayî ya şilekirî ya Ras Laffan de kiribû.

Xebat li kompleksa mezin hatibû rawiatandin û ji nû ve dest bi xebatê hatibû kirin.

Îro hat ragihandin ku ku teqînek nû pêk hatiye.

Rayedaran teqîn bi "bûyereke teknîkî" ya li tesîsa dabînkirina gazê ya herêmî li Barzanê ve girê da û diyar kir ku ji bo ewlehiya giştî tu gef tune ye.

Her wiha hat eşkerekirin ku Rayedaran tîmên rewşên awarte şandin û agir xistin bin kontrolê.

Tesîs li Bajarê Pîşesaziyê yê Ras Laffan e ku navenda sereke ya hilberîn û hinardekirina gaza xwezayî ya şilekirî ya Qatar Energy ye.

Kapasîteya hilberîna giştî ya Ras Laffan a salane 77 milyon ton e û li ser 14 trênên hilberînê belav dike.

Piştire Qatar Enerjiyê jî eşkere kir ku hejmara qurbaniyan gihîştiye nêzîkî 13 kesan.

Her wiha piştrast kir ku lêkolîn ji bo diyarkirina sedema teqînê li herêmê didomin.

Tesîsên wan yên gazê û bendera Ras Laffan ji bûyera teqînê bandor nebûne.

Wezareta Karên Navxweyî jî di postekê de li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X" belav kir ku Koma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Navneteweyî ya Qeterê, ku girêdayî Hêza Ewlekariya Navxweyî (Lekhwiya) ye, bi hevkariya tîmên Parastina Sivîl, niha ji bo 18 kesên winda operasyonên lêgerînê dimeşîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye